Roketeke fezayî ya mezin bi navê "Vulkan", ku bi hevkariyê ji aliyê her du şirketên Boeing û Lockheed Martin ve hatiye çêkirin, piştî 10 xulekên ji firîna wê li eyaleta Floridaya Amerîkayê rastî pirsgirêkê hat û ket xwarê.
Roketê 40 peykên çêkirî yên şirketê Amazonê hilgirtibûn ku ji bo dabînkirina xeta înternetê hatibûn çêkirin, lê ji ber ketina roketê hemûyan bi hev re ji nav çûn.
Ev bûyer zirarek mezin gihand projeya înternetê ya Amazonê û li gorî gotina pisporan, dibe ku rêwîtiyên fezayî yên vê roketê çend mehan bên rawestandin, heta bizanin pirsgirêk ji ku derê derketiye.







