Îro, çarşemê 18ê Çirîna Paşîn a 2026an, beşa radyoya û televîzyona fermî ya Îranê daxuyaniyek ji artêşa welatê xwe belav kir û tê de hatibû gotin: "Sibehê îro, balafirên bêpîlot ên şerî û xwekuşî yên girêdayî Artêşa Îranê, pergala parastina hewayî ya (Patriot) û platformên avêtina dron û mûşekan ên girêdayî Artêşa Amerîkayê li baregeha hewayî ya Elî Salem li Kuweytê kirine hedef".
Ev ragihandina Artêşa Îranê di demekê de ye ku heta niha aliyê Amerîkî û berpirsên Kuweytê tu ravekirineke fermî derbarê mezinahiya ziyan û hûrguliyên êrîşê belav nekirine.







