Îro, şemî 21ê Çiriya Paşîn a 2026an, tora nûçeyan a (CBS News) ragihand ku DYA û Îsraîlê di asteke bilind de danûstandinên domdar li ser pêkanîna operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Îranê dikin.
Ev pêşketin di demekê de ye ku berê Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê, fikarên xwe yên kûr li ser lezûbezîna Îranê di ji nû ve ava kirina kapasîteya mûşekên balîstîk û veguhastina navendên wê yên atomî û leşkerî bo hundirê tunelên binerdê anî ziman.
Li gorî agahiyên CBS News, Îsraîl tercîh dide ku bi DYA re operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk bîne, da ku bi temamî bernameya atomî ya Îranê tune bike.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê asta amadebûna parastinê gihandiye asta herî bilind, da ku li hember her reaksiyon û êrîşeke tê pêşbînîkirin a Îranê bisekine.
Di aliyê din de, Donald Trump, serokê DYA, heta niha li ser derxistina fermana vê êrîşa nû helwesteke zelal negirtiye û ragihandiye ku ew di biryareke dawî de lez nakin, tevî ku danûstandinên di navbera her du aliyan de berdewam in.







