Roja şemiyê, 21ê çirîya paşîn a 2026an, hunermend, muzîkjen, bestekar û stranbêj Murad Seîd Kawa, ku bi navê Murad Kawa tê naskirin, di 53 saliya xwe de çavên xwe ji dinyayê girt û koça dawî kir.
Hunermend Murad Kawa sala 1973an li bajarê Nexedeyê, li Rojhilatê Kurdistanê, ji dayik bûye. Ji ber ku ji malbateke şoreşger bû, ji heft saliya xwe ve ji welatê xwe derbeder û penaber bûye. Sala 1986an wek penaber çû Swêdê û 40 sal in li wir dijî.





