Di vê derbarê de, Baban Ehmed, serokê lîneyên hevbeş ên Qaimqamtiya Silêmaniyê, ragihand: "Di dema serdan û kontrolkirina kargehê li Elweya Silêmaniyê de, ji lîneyên me re eşkere bû ku xwediyê kargehê ji bo amadekirina ava hinarê hinara xerabûyî û kurmî bikar tîne. Ev jî li dijî rêbernameyên tenduristiyê ye û zirarê digehîne tenduristiya welatiyan."
Serokê lîneyên hevbeş herwiha îşaret pê kir ku piştî piştrastbûna binpêkirinê, yekser biryara girtina kargehê hatiye dayîn û hemû hinarên xerabûyî û ew qas ava ku hatiye hilberandin hatine desteserkirin. Wî jî tekez kir ku xwediyê kargehê dê rastî prosedurên qanûnî were.







