Wezareta Veguhestin û Ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji raya giştî re ragihand ku nivîsara fermî ya Hikûmeta Federal a Iraqê derbarê astengkirina demkî ya platforma "Telegram"ê gihîştiye wan û hemû pargîdaniyên dabînkirina xizmeta înternetê (ISP) li Herêma Kurdistanê ji biryarê hatine agahdarkirin.
Wezareta Veguhestin û Ragihandinê destnîşan kir ku nivîsara Bexdayê bi rêya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştiye û tê de hatiye zelalkirin ku sedema astengkirina demkî ya Telegramê vedigere belavkirina naveroka neqanûnî ya ku gefê li ser ewlehiya neteweyî û aştiya civakî dike û gotara tundûtûjî û nefretê belav dike.
Li gorî biryara Hikûmeta Federal, ji wê pargîdaniya ku platforma Telegramê birêve dibe re derfetek 30 rojan hatiye dayîn da ku li gorî qanûn û rêbernameyên fermî tevbigere.
Di vê çarçoveyê de, Anô Cewher Ebdulmesîh, Wezîrê Veguhestin û Ragihandinê, bi nivîsareke fermî daxwaza Bexdayê ji hemû pargîdaniyên xizmeta înternetê re (bi taybetî ew pargîdaniyên ku destûra wezaretê hene) şandiye, da ku li gorî qanûnê û ji bo berjewendiya giştî tedbîrên pêwîst bigirin.







