Di derengiya şeva borî de, Trafîka Germiyanê di daxuyaniyekê de ragihand: Li navçeya Kefrî, motorsîkletek û otomobîlek kamyonê cureya (MAN) li hev ketin û di encamê de ajokarê motorsîkletê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Trafîka Germiyanê, ajokarê motorsîkletê di sala 2010’an de hatiye dinyayê û niştecihê navçeya Kefrî ye.
Di daxuyaniyê de herwiha hate diyarkirin ku tîmên trafîkê dest bi lêkolînê kirine, ji bo ku sedem û awayê çêbûna lihevketinê bizanin.







