Îro, înî 20ê Çiriya paşîn a 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşbîniyên xwe yên derbarê hewaya îro û sibê de ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, îro, înî, ezman dê di navbera nîv-ewrî û bi temamî ewrî de be û li seranserê parêzgehên Hewlêr û Dihokê û herdu rêveberiyên serbixwe yên Soran û Rapêrînê, hinekî baran û barana navîn bi navberan dê bibare; lê di demên şevê de bandora vê pêlê dê lawaz bibe. Di heman demê de, germahî dê nêzîkî tomarên dohê be.
Derbarê hewaya sibê, şemiyê 21ê Çiriya paşîn a 2026an, meteorolojiyê ragihand ku ezman bi giştî dê nîv-ewrî be û tenê li deverên çiyayî yên bakur îhtîmala hinek baranê heye. Leza bayê jî dê bi heman awayî hêdî be û ber bi başûr-rojhilatê ve bibe; germahî jî dê bi nêzîkî 1 heta 2 dereceyên selsiyûsê li gorî tomarên îro bilindtir bibe.
Bilindtirîn dereceyên germahiya pêşbînîkirî, bi dereceyên selsiyûsê, ji bo îro û sibê wiha ne:
Hewlêr: îro 21 derece - sibê 22 derece
Silêmanî: îro 19 derece - sibê 19 derece
Dihok: îro 19 derece - sibê 19 derece
Helebçe: îro 20 derece - sibê 20 derece
Zaxo: îro 20 derece - sibê 21 derece
Germiyan: îro 28 derece - sibê 24 derece
Çemçemal: îro 21 derece - sibê 22 derece
Pîrmem: îro 16 derece - sibê 18 derece
Hacî Omeran: îro 10 derece - sibê 11 derece







