Îro pêncşem, 19ê çiriya paşînê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya Herêmê ragihand: Ezman bi giştî dê di navbera nîv-ewr û bi tevahî ewrî de be. Di demên sibehê de li herêmên çiyayî yên sînorî yên bakur baran dê bibare, di demên êvarê de jî bandora wê dê berfireh bibe û bigihîje navenda parêzgeha Dihokê û sînorê Îdareya Xweser a Soranê, bi awayê barana sivik.
Ji bo demên şevê tê pêşbînîkirin ku pêlek bigihîje sînorê parêzgeha Hewlêrê û Îdareya Xweser a Raparînê, di heman demê de rêjeya baranê li herêmên çiyayî zêdetir dibe.
Bilindtirîn pileya germaya pêşbînîkirî ya îro (bi pileya Celsius):
Hewlêr: 20 | Silêmanî: 20 | Dihok: 18 | Helebçe: 20 | Zaxo: 17 | Pîrmam: 16 | Çemçemal: 20 | Akrê: 16 | Germiyan: 24 | Hacî Omeran: 11.
Ji bo sibê înê, 20ê çiriya paşînê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ezman dê bi tevahî ewrî be, ligel îhtîmala barana sivik a navberî li piraniya herêmên Herêma Kurdistanê, û di demên şevê de bandora vê pêlê dê ber bi lawazbûnê ve biçe.
Bilindtirîn pileya germaya pêşbînîkirî ya sibê (bi pileya Celsius):
Hewlêr: 19 | Silêmanî: 18 | Dihok: 18 | Helebçe: 21 | Zaxo: 17 | Pîrmam: 15 | Çemçemal: 20 | Akrê: 16 | Germiyan: 25 | Hacî Omeran: 12.






