Umed Xoşnaw, waliyê Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ragihand ku îro mazota parêzgeha Hewlêrê gihiştiye depoyên neft û sotemeniyê û tê biryardan ku ji sibê ve belavkirina wê di nav welatiyan de dest pê bike.
Waliyê Hewlêrê herwiha destnîşan kir ku wekî qonaxa yekem, prosesa belavkirina mazotê ji deverên çiyayî û herêma Balîsanê ve dest pê dike. Paşê, li gorî nexşeyekê diyarkirî, hemû qezayên, nahiyeyên û deverên din ên dîma parêzgehê digire nava xwe, da ku hemû welatî ji wergirtina mazotê sûd werbigirin.







