Îro çarşem, 18ê Çiriya Duyemînê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Herêmê ragihand: Li parêzgeha Hewlêrê, bi giştî, niha ezman nîvêwr e; di demên nîvro û piştî nîvro de ewretî zêde dibe û îhtîmala barîna biçûk a kurt li ser hin deverên çiyayî yên cuda heye. Herwiha li deverên cuda yên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê barîna biçûk dê hebe. Êvarê ezman bi giştî dibe nîvêwr û parçewr.
Li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, li navend û parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, bi giştî, niha ezman bi temamî ewretî ye û di demên cuda de li piraniya deverên vê herêmê baran dibare; êvarê ezman dibe nîvêwr û parçewr.
Herwiha li navend û parêzgeha Silêmaniyê, Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê û Rapêrînê, ezman ji zelal û parçewrê ber bi nîvêwr ve diguhere; di demên piştî nîvro de îhtîmala barîna biçûk û barîna kurt heye, tenê li ser hin deverên Rêveberiya Rapêrînê. Êvarê ezman bi giştî ber bi zelalî û parçewrê ve diguhere.
Bilindtirîn dereceya germahiya îro ya pêşbînîkirî (bi dereceya Celsius):
Hewlêr: 19 | Silêmanî: 20 | Dihok: 16 | Helebçe: 21 | Zaxo: 17 | Pîrmam: 16 | Çemçemal: 21 | Akrê: 18 | Germiyan: 24 | Hacî Omeran: 10.
Ji bo sibê, pêncşem, 19ê Çiriya Duyemînê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ezman bi giştî zelal, parçewr û nîvêwr dibe. Di demên sibehê de li hin deverên çiyayî yên sînorî îhtîmala baranê heye; di heman demê de li çend deverên parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê îhtîmala çêbûna mijê tê pêşbînîkirin.
Bilindtirîn dereceya germahiya sibê ya pêşbînîkirî (bi dereceya Celsius):
Hewlêr: 20 | Silêmanî: 20 | Dihok: 19 | Helebçe: 21 | Zaxo: 20 | Pîrmam: 17 | Çemçemal: 21 | Akrê: 19 | Germiyan: 26 | Hacî Omeran: 12.







