Çavkaniyek ku beşdarî hewildanên dîplomatîk ên di navbera Washington û Tehranê de ye, ji ajansa nûçeyan a "Reuters" re ragihandiye ku rêberên Kendavê ji Donald Trump xwestine ku ji êrîşkirina li ser Îranê dûr bimîne. Ev daxwaz ji tirsa wê hatîye kirin ku Tehran di rewşa her êrîşa leşkerî ya li dijî xwe de gefên xwe li dijî welatên ereb ên Kendavê bi cih bîne.
Ev pêşketin di demekê de ye ku hefteya borî Roman Gofman, serokê saziya îstixbarata Îsraîlê (Mossad), di serdana xwe ya Washingtonê de û di nav civînên wî de bi berpirsên rêveberiya Trump re, di nav wan de John Ratcliffe, rêvebirê saziya îstixbarata navendî ya Amerîkayê (CIA), daxwaza kiribû ku êrîşeke hevbeş a Amerîkî û Îsraîlî li ser Îranê bê kirin û agahiyên nû yên îstixbaratê jî pêşkêşî Washingtonê kiribû.
Berê jî Donald Trump di 9ê Çileya Paşîn de, piştî civîna xwe bi serokwezîrê Qeterê re, ragihandibû ku ji êrîşkirina li ser Îranê vedigere. Divê bê gotin ku Qeter navbeynkariya danûstandinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de dike da ku rê li ber şewitîna şerekî giştî bigire.
Ji aliyekî din ve, berpirsê Qesra Spî ragihandiye ku Trump bawer dike kampanyaya zexta aborî ya li ser Îranê ewqas wêranker û bi bandor e ku pêdivî bi operasyoneke mezin a leşkerî tune ye; lê di heman demê de jî tekez kir ku hemû vebijêrk li ser maseyê ne da ku Tehran ji gihîştina çekên nukleerî bê astengkirin.







