Îro pêncşem, 19ê Çiriya Paşînê, di domandina kampanyayên komîteyên çavdêriyê û şopandinê de ji bo parastina tenduristiya giştî û ewlehiya jiyana welatiyan, di bin serperştiya Qaymaqametiya Navçeya Navendî ya Hewlêrê û bi piştgiriya hêzên polîsên şaredariyê, 10 hezar vape û 120 karton lîstikên agirîn ku di çend rojên borî de li cihên cuda yên bajêr hatibûn desteserkirin, li cihêkî taybet û dûrî niştecîbûnê hatin tunekirin.
Di vê derbarê de, Qaymaqametiya Navçeya Navendî ya Hewlêrê piştrast kir ku firotin û danûstandina bi lîstikên agirîn û cureyên vape bi awayekî neyasayî û bê destûra fermî bi tevahî qedexe ye, ji ber ku ji xeynî zirarên wan ên tenduristiyê yên xeterdar, dibin sedema çêbûna tevliheviyê, acizkirina welatiyan û xetera mezin a şewitîn û bûyerên nexwestî li herêmê.
Her wiha Qaymaqametiya Hewlêrê amaje bi vê yekê jî kir ku komîteyên hevbeş û hêzên polîsên şaredariyê di kampanyayên kontrolê de li nav bazar û depoyan berdewam in, û hişyarî da ku her kes an aliyekî ku binpêkirina rêberiyan bike û bi van amûran bazirganî bike, dê rastî tundtirîn tedbîrên yasayî bê.






