Îro în 20ê Çiriya paşîn a 2026an, Karzan Hadî, serokê Şaredariya Hewlêrê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan hewildanên xwe zêde kiriye da ku hefteya bê qonaxeke din a belavkirina zeviyan li ser karmendan ragihînin û niha hemû amadekariyên wan li nav sînorên sê şaredariyan di qonaxa dawiyê de ne.
Serokê Şaredariya Hewlêrê rave kir ku pêvajo bi awayê lotoyê tê birêvebirin û zevî li cihêkî guncaw ê bajêr dikevin, û piraniya wan li ser rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Dihokê de ne.
Li gorî amarên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê, navê 83 hezar karmendan ji bo wergirtina zeviyê vegeriyaye û heta niha di çarçoveya heşt qonaxan de zêdetirî 50 hezar parçe zevî li ser karmendan hatine belavkirin. Kar jî didomin da ku pêvajo heta destpêka sala nû bi tevahî biqede.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye nîşankirin ku tê biryardan ku di demeke nêzîk de pêvajoya belavkirina zeviyan li nav sînorên şaredariyên Kewrgosk, Daraşekiran, Şemamk û Koyê jî dest pê bike.







