Çavkaniyê destnîşan kir ku di 17ê Îlonê ya vê salê de, Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê, li gorî Qanûna Hejmar 17 a sala 1993’an a partiyan ku hatiye guherandin, bi îmzeya wezîrê karên hundir fermanek derxistiye ku tê de navê "Hevpeymaniya Niştimanî" hatiye guhertin bo "Hevpeymaniya Dengê Niştimanî" û biryar ketîye qonaxa bicihkirinê.
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, di nivîsek din de ku di 8ê vê mehê de ji bo Parêzgeha Hewlêrê hatiye şandin, wezîrê karên hundir daxwaz kiriye ku li ser daxwaza fermî ya partiyê (Hevpeymaniya Dengê Niştimanî), hemû navendên Hevpeymaniya Niştimanî li Hewlêr û Silêmaniyê werin girtin.
Di vê çarçoveyê de, parêzgarê Hewlêrê duh, di 18ê mehê de, bi fermî nivîsarek ji bo polîs û ewlehiya Hewlêrê şandiye da ku gavên pêwîst bigirin. Îro jî hêzek hevbeş a ji nûnerên karûbarên hundir ên parêzgehê, polîs û ewlehiyê pêkhatî, ferman bicih anî û navend girt.






