Hêmin Hewramî di navbera dîtina xwe ya bi Erman Topçu, konsulê giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê, de siyaseta û helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser tevahiya pêşketinên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê şîrove kir. Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de ragihand ku aktîfkirina parlamentoyê ne ji bo dijberiya tu aliyekî bû, lê ji bo parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û rewaîya saziyên destûrî bû.
Hêmin Hewramî herwiha got: Di çarçoveya bangewaziya Serok Barzanî ji bo civînê bi birayên Yekîtî re, ji aliyê PDKê ve zemîna pêwîst hatiye amadekirin û me amadebûna xwe nîşan daye ku di zûtirîn demê de bi Yekîtî re bicivin. Em hêvîdar in ku rêzdarên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bi awayekî erênî bersiva bangewaziya Serok Barzanî û amadekariyên PDKê bidin.
Ji aliyê xwe ve, konsulê giştî yê Tirkiyeyê bi girîngiyê siyaseta welatê xwe ya li hember Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina zêdetir a têkiliyên alîkarî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û pêşvebirina zêdetir a pêşketinê di astên cuda de şîrove kir.







