Roja şemiyê, 21ê Çirîna Duyemîn a 2026an, li Pîrman, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Faleh Feyaz, serokê Deste ya Heşdî Şeibî, kir.
Di civînê de li ser rewşa siyasî û dawî pêşketinên Iraq û herêmê gotûbêj hat kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêmê de. Herdu aliyan tekez kirin ku pirsgirêk û astengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê Federal de di çarçoveya destûrê de çareserkirina wan gengaz e û divê destûr pîvan û bingeha sereke be ji bo derbasbûn û rakirina nakokiyên di navbera herdu aliyan de.







