Îvara îro, şemî 21ê Çiriya Duyemînê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi Faleh Feyyaz, serokê Hêza Heşdî Şe'bî, re rewşa siyasî ya Iraqê û dawîn pêşketinên herêmê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de, ku Dr. Fuad Huseyn, Wezîrê Derve yê Iraqê, amade bû, têkiliyên Hewlêr-Bexda mijarek din a hevdîtinê bû. Di vê çarçoveyê de, her du aliyan li ser girîngiya bihêzkirina hevkariyê û koordînasyona hevbeş, û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan li gorî Destûrê, tekez kirin.
Girîngiya hevkariya di navbera hemû aliyên Iraqî de ji bo parastina aramî û stabîlîtiya welat, mijarek din a hevdîtinê bû.







