Îro êvarê, şemî 11/21, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Faleh Feyyaz, serokê Dezgeha Heşda Şe'bî, kir.
Di civînê de, guhertin û pêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin.
Herwiha derbarê pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser bingeha destûrê û bi rêzgirtina ji pêkhateya federal a Herêma Kurdistanê, û dabînkirina maf û para darayî ya herêmê bi awayekî dadperwerane, gotûbêj hate kirin.







