Îro roja Yekşemê, 22ê Çirîna paşîn a 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ezman dê zelal û parçeyên ewrî be û piştî nîvro ve dê biguhere ber bi nîv-ewrîbûnê.
Meteorolojiyê îşaret bi wê kir ku di demên şevê de bandora pergala zexta hewayê ya lawaz dê ber bi deverên sînorî û deverên çiyayî yên bilind ve biçe û bibe sedema barîna barana birêkûpêk. Bi taybetî deverên çiyayî yên parêzgeha Dihokê û îdareya serbixwe ya Zaxoyê, ligel beşek ji deverên çiyayî yên îdareya serbixwe ya Soranê, heta derengiya şevê dê di bin bandora vê pergala zexta hewayê de bimînin û dê di sibehê roja Duşemê de bi dawî bibe. Dereceyên germiyê jî dê nêzî qeydkirina dohînê bibin.
Di heman demê de, Meteorolojiyê pêşbîniyên xwe ji bo sibê, roja Duşemê ya 23ê Çirîna paşîn a 2026an, ragihand ku tê de ezman dê zelal û parçeyên ewrî be û hin caran dê biguhere ber bi nîv-ewrîbûnê ve; dereceyên germiyê jî hinekî bilind dibin.
Bilintirîn dereceyên germiyê yên pêşbînîkirî ji bo îro û sibê, bi dereceya Selsiyûsê:
Hewlêr: îro 23 derece - sibê 24 derece
Pîrmam: îro 20 derece - sibê 21 derece
Silêmanî: îro 21 derece - sibê 22 derece
Helebçe: îro 23 derece - sibê 24 derece
Çemçemal: îro 23 derece - sibê 24 derece
Dihok: îro 22 derece - sibê 23 derece
Zaxo: îro 23 derece - sibê 23 derece
Akrê: îro 22 derece - sibê 24 derece
Germiyan: îro 25 derece - sibê 26 derece
Hacî Omeran: îro 15 derece - sibê 15 derece







