Îro yekşem, 22ê Çileya Paşîn a 2026an, Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Sibê zû îro, lîsteya mûçeyên meha Çileya Paşîn a karmend û mûçexwarên Herêma Kurdistanê û rapora bilansa nirxandina lêçûn û dahatên meha Çileya Pêşîn ji aliyê tîma teknîkî ya wezaretê ve ji bo Bexdayê hatin şandin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî û Aboriyê, hinek beriya niha lîste û raporên darayî bi awayekî fermî radestî Daîreya Hesabkirinê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal hatine kirin, ji bo destpêkirina prosedurên kontrolkirinê û şandina fonên mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê.







