Serokê Hikûmetê
* Biryarderên Bexdayê baweriya wan bi federalîzmê tune ye û dixwazin bi mentaliyeteke navendparêz re li Herêma Kurdistanê tev bigerin û mafên gelê Kurdistanê binpê bikin.
* Divê destûr wekî xwe were sepandin, ne ku tenê tiştên ku li gorî berjewendiyên wan in pêk bînin û bendên din jî paşguh bikin, wekî benda 140 ku bi salan e nehatiye sepandin.
* Bi behaneya şerê li dijî gendeliyê, hewl tê dayîn ku mafên gelê Kurdistanê bên binpêkirin û pêkhateya Herêma Kurdistanê were hilweşandin; ev nayê pejirandin.
* Ger bi rastî armanca wan serweriya qanûnê ye, Iraq tijî gendelî, dizî û çekên bê destûr e; bila ew van tiştan ji holê rakin.
Piştî nîvroya îro, roja pêncşemê 11/26, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li balyoz, konsulê giştî, nûner û dîplomatên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Hikûmetê ronahî xist ser pêşketinên dawî yên têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.
Serokê Hikûmetê destnîşan kir ku piştî sala 2003an, pergala siyasî ya Iraqê li ser bingeha federalîzmê hate avakirin û Herêma Kurdistanê, li gorî destûrê, pêkhateyeke destûrî û qanûnî ye; lê biryarderên Bexdayê baweriya wan bi federalîzmê tune ye û dixwazin bi mentaliyeteke navendparêz re li Herêma Kurdistanê tev bigerin û mafên gelê Kurdistanê binpê bikin.
Serokê Hikûmetê dubare kir ku divê destûr wekî xwe were sepandin, ne ku ew tiştên ku li gorî berjewendiyên wan in pêk bînin û bendên din jî paşguh bikin, wekî benda 140 ku bi salan e nehatiye sepandin û rewşa neasayî ya Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî desthilatdariya herêmê nehatiye asayîkirin.
Serokê Hikûmetê tekez kir ku pirsgirêka gelê Kurdistanê bi Hikûmeta Bexdayê re tenê mûçe û budçe nîne, lê belê maf û doza rewa ya gelê Kurdistanê û pejirandin û rêzgirtina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Her wiha got ku em her dem alîkar û piştgirê Hikûmeta Federal bûne ji bo rûbirûbûna gendelî û karên neqanûnî û em ji bo hemû hevkariyên di vî warî de amade ne; em dixwazin hemû pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin û hêvîdar in ku li seranserê Iraqê ew karên neqanûnî yên heyî bên ji holê rakirin. Lê ew rêkar û biryarên ku di van demên dawî de, bi navê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, li dijî mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hatine derxistin, ne destûrî ne û em wan red dikin.
Her wiha destnîşan kir ku em li dijî gendelî û dizîna dewlemendiyên xwezayî ne li seranserê Iraqê û hemû hevkariyê jî pêşkêş dikin; lê bi behaneya şerê li dijî gendeliyê, hewl tê dayîn ku mafên gelê Kurdistanê bên binpêkirin û pêkhateya Herêma Kurdistanê were hilweşandin, ku ev nayê pejirandin.
Ger bi rastî armanca wan serweriya qanûnê ye, Iraq tijî gendelî, dizî û çekên bê destûr e; bila ew van tiştan ji holê rakin.
Serokê Hikûmetê tekez kir ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe li mafên destûrî yên xwe diparêze û bi tu awayî dev ji wan bernade. Wî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan jî dubare kir.







