Piştî nîvroya îro, roja pêncşemê, 26ê Mijdarê, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de bi Nicolò Fontana, balyozê Îtalyayê li Iraqê, têkiliyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa heyî ya Iraqê, bi taybetî têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û biryarên hukûmeta federal derbarê Herêma Kurdistanê, gotûbêj kir.
Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya pêşxistina têkiliyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û firehkirina hevkariyên hevpar ên wan di warên cuda de. Herwiha tekez kirin ku pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û lihevhatinê, li ser bingeha destûrê, bêne çareserkirin.
Rewşa herêmê û dawîn pêşketinên wê jî aliyekî din ê civînê bû, ku Tommaso Sansone, konsulê giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, amade bû. Di vê derbarê de, wan li ser girîngiya parastina ewlehî û stabîlî li herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan tekez kir.







