Li gorî bernameya ragihandî, cih û dema xwenîşandan û meşan wiha ne:
Bajarê Dihokê: di saet 10:00’an sibehê de, xwendekar û ciwan li ber deriyê sereke yê Zanîngeha Dihokê dicivin.
Rêveberiya Xweser a Zaxo: di saet 10:00’an sibehê de, komxebata berfireh a ciwan û xwendekaran li hundirê (Parkên Şehîdan) tê lidarxistin.
Qezaya Akrê: di saet 10:00’an sibehê de, meşeke nerazîbûnê ji Trafika Qelayê ber bi meydanê (Kanî Mam Krok) ve dest pê dike.
Nahiya Dêralûkê: di saet 11:00’an berî nîvro de, li navenda bajarokê Dêralûkê, xwendekar, ciwan û kesayetiyên navdar ên herêmê komxebatek nerazîbûnê pêk tînin.
Ev tevgerên gelêrî ji bo derbirîna nerazîbûnê li hember biryarên yekalî yên Bexdayê ne; di heman demê de piştgirî ji bo parastina mafên destûrî û pêkhateya Herêma Kurdistanê dubare dikin.







