Îro Çarşem, 25ê Çirîna Paşîn a 2026an, Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi girîngî pêşveçûnên helwestên siyasî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dişopînin û piştgiriya xwe ji daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihînin; daxuyaniya ku tê de bang li Hikûmeta Federal kiriye ku pabendî prensîbên neteweyî yên neguhêrbar bimîne di parastina pêkhateya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan li gorî madeyên destûrê.
Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê helwesta xwe ya redkirina wan biryarên Hikûmeta Iraqê ku gefa bikaranîna hêzê û ferzkirina tedbîrên yekalî dikin û destdirêjiyê li ser desthilatên Herêma Kurdistanê dikin, bi hêz dubare kir û got: "Ev bi xwe wekî binpêkirineke aşiqara ruhê destûrê û mafên herêmê tê hesibandin".
Di heman demê de, sendika bang li rojnamevanên Kurdistanê kir ku ji bo piştgiriya pêkanîna pergala federal û pêkhateya Herêma Kurdistanê û redkirina wan gefan ku destdirêjiyê li ser pêkhateya herêmê dikin, xwedî helwesteke hevderdî bin. Her wiha eşkere kir ku ev helwest di çarçoveya madeya (20), bendê şeşemîn ê Zagona Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê de ye; zagona ku parastina pêkhateya herêmê, pergala federal û mafên destûrî wek berpirsiyariyeke neteweyî binav dike.
Di dawiya daxuyaniyê de jî, Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê hêvî xwest ku dosyayên rawestandî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî destûrê û bi hevbeşî werin çareserkirin, ji bo parastina aştiya civakî û mafên hemû pêkhateyên gelê Iraqê.







