Îro piştî nîvro, Çarşemê 25ê Mijdarê, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi Rawan bint Necîb Tewfîqî, Wezîra Ciwanan a Padîşahiya Bahreyînê, û heyeta wê ya pê re, re pêşwazî kir.
Di civînê de, ku Şêxa Dîna bin Raşid Al Xelîfe, şêwirmenda wezaretê ji bo karûbarên plan û pêşxistinê, amade bû, li ser girîngiya pêşxistina bêtir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Padîşahiya Bahreyînê de di warên cuda de, bi taybetî pêşxistin û geşedana kapasîteyên ciwanan, tekez hate kirin. Herwiha li ser girîngiya lidarxistina lûtkeya cîhanî ya ciwanan û komkirina ciwanên afirîner û xwedî jêhatî yên cîhanê li Hewlêrê hate nîqaşkirin.







