Em bi rêz qurbanîyên şîdetê bi bîr tînin û tekez dikin ku dilxweşkirina malbatên wan tenê bi serweriya qanûnê, dadwerî û astengkirina carekî û ji bo herdemê ya dubarebûna van sûcan pêkan e.
Pêşketin, aşitî û siberoja Herêma Kurdistanê girêdayî ye bi bihêzkirina jinan û beşdariya wan a çalak di hemû qadên jiyanê û navendên biryargirtinê de. Di vê çarçoveyê de, bi hevahengiya bi dezgehên fermî, civaka sivîl, mamosteyên olî, navendên perwerdehiyê, medya û ciwanan re, em ê bidomînin ji bo belavkirina çandeke toleransê, aştiyaxwazî û neşîdetê.
Silav û spas bo hemû wan jin, çalakvan û parêzkaran ku ji bo wekheviyê dixebitin. Bila em hemû bi hev re bixebitin ji bo Kurdistaneke aramtir û dadperwertir ku ji hemû cureyên şîdet, tirs û cudakariyê dûr be.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/11/25







