Îro çarşem, 25ê Mijdarê, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, serokê Encûmena Wezîran, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîya. Mijara sereke ya civînê nîşandana helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li ser pêngavên duh ên Hikûmeta Federal.
Encûmena Wezîran dubare dike ku Herêma Kurdistanê pabendî pêkanîna hemû erkên destûrî yên xwe ye û di heman demê de daxwaza pêkanîna hemû mafên destûrî yên xwe dike û, wek her car, amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha Destûrê nîşan daye. Ji ber vê yekê, ew herî zêde xemgînî û nerazîbûna xwe li hemberî wê daxuyaniyê nîşan dide ku bi navê berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê hat belavkirin; ji ber ku ev binpêkirina Destûrê û mafên destûrî yên pêkhateya Herêma Kurdistanê ye û îşareteke xeternak e ji bo nebaweriya bi pergala federal û hewldana vegerandina Iraqê bo rejîmeke navendî û merkeziyetî, ku ev jî li dijî Destûra Iraqê ye. Ji ber vê yekê em bikaranîna zimanê leşkerî û gefan red dikin; eşkere ye ku ev plana berê hatiye amadekirin û dirêjdem e ku li dijî pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê hatiye danîn.
Encûmena Wezîran dubare dike ku Herêma Kurdistanê her tim piştgiriya her pêngavekê kiriye ji bo rûbirûbûna gendeliyê û her karê neqanûnî, û her tim jî hevkar û hemaheng bûye û divê bi Hikûmeta Federal re ji bo rakirina gendeliyê û sînordarkirina her karê neqanûnî bixebite. Her wiha em daxwaz dikin ku gendelî û qaçaxçêkirina neftê li seranserê Iraqê bên tunekirin.
Encûmena Wezîran tekez dike ku Herêma Kurdistanê berhema qurbaniyên pêşmergeyên qehreman û xwîna hezaran şehîdan e, û kesek xêrê li gelê Kurdistanê nekiriye. Herêma Kurdistanê di avakirina pergala federal a îroyîn a Iraqê de roleke çalak û bandorker hebûye û xwe xwediyê vê pergalê dizane. Ew tu carî dev ji mafên destûrî yên xwe bernade; ew maf ne tenê mûçe, budçe û mafên darayî ne, lê pirsgirêkeke siyasî û doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.
Encûmena Wezîran, di demekê de ku tekez dike divê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi rêya diyalog, danûstandin, têgihiştin û di çarçoveya Destûrê de bên çareserkirin, daxwaz dike ku Destûra herdemî ya Iraqê bi tevahî were pêkanîn. Sedema çaresernebûna pirsgirêkan nepêkanîna Destûrê ye, bi taybetî madeya 140 a Destûrê ku bi salan hatiye paşguhkirin û ji bo normalîzekirina rewşa nebaş a deverên Kurdistanî yên qetandî tu gavek nehat avêtin. Her wiha divê, li gorî madeyên Destûrê, Encûmena Federal a Iraqê (Meclîsa Yekîtiya Iraqê) were avakirin û Dadgeha Bilind a Federal jî li ser bingeha Destûrê bê avakirin, bi awayekî ku nûnerê hemû pêkhateyên Iraqê be.
Encûmena Wezîran spasiyê ji gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî, hêz û pêkhateyan re dike û daxwaz dike ku di helwesta xwe ya neteweyî, yekîtî, hevrûmetî û parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê de berdewam bin. Her wiha ji nûnerên Herêma Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Iraqê û Hikûmeta Federal daxwaz dike ku di rola xwe ya neteweyî de, di parastina mafên gelê Kurdistanê de, berdewam bin.
Encûmena Wezîran, di heman demê de ku piştgiriya xwe ji bo azadiya raman û ragihandinê dubare dike, tekez jî kir ku li hemberî her kesê ku li dijî pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê, bingehên destûrî û berjewendiyên neteweyî yên bilind ên Kurdistanê tevbigere û gel ji bo ajotina aloziyê û dijberiya mafên gelê Kurdistanê teşwîq bike, divê gavên qanûnî bên avêtin.







