Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê îro, çarşem 25ê Cotmehê, di nivîsa daxuyaniya xwe ya ku li platformên fermî yên wê hatiye weşandin de sererastkirinek kir û tê de termê "hikûmeta navendî" bi "hikûmeta federal" guherand. Ev term bi awayekî fermî di nivîsên destûrê de ji bo navê dewlet û pergala rêveberiya Iraqê hatiye pejirandin.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî kir ku pabendî tiştên di destûrê de bin, piştî ku Hikûmeta Iraqê daxuyaniyeke gefdar li dijî Herêma Kurdistanê belav kir. Herêma Kurdistanê ev daxuyanî red kir û ev yek bû sedema reaksiyonên tund.







