Nivîsa daxuyaniyê:
Bi fikarekî kûr, me gotinên berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê bihîstin. Van gavên han dijî bingehên pergala federal in û binpêkirina maddeyên makezagonê ne; ew herwiha aştiyê û stabîlîtiya li Iraqê lawaz dikin û hevjiyana pêkhateyan zêdetir dixin nav bêîstiqrariyê.
Em dubare dikin ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de divê li ser bingeha makezagonê û rêzgirtina serweriya Herêma Kurdistanê be, ne bikaranîna zimanê hêzê û leşkerî, ji ber ku ew ji tu alî re xizmetê nake.
Di vê rewşa dijwar de, em bang li hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku bi helwesteke hevpar û yekgirtî pêkhateya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê biparêzin.
Parlamenterên Keldan, Suryan, Asûrî û Ermenî yên Hewlêr û Dihokê







