Nivîsa daxuyaniyê:
Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê
Em daxuyaniya berdevkê Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê bi matmayîn û fikariyek kûr bihîstin, bi taybetî di demekê de ku danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkên rawestandî didomin.
Em bi her awayî axaftina bi Herêma Kurdistanê bi zimanê leşkerî red dikin. Tecrûbeyê îspat kiriye ku ev şêwaz tu pirsgirêkekê çareser nake û ne di berjewendiya Iraqê de ye û ne jî di berjewendiya tu aliyekî din de.
Herêma Kurdistanê, wek hevparê sereke di avakirina Iraqa nû û amadekirina destûra wê de, digel piştgirîkirina parastina dewlemendiyên neteweyî û bicihanîna qanûnê, tekez dike ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan divê li ser bingeha destûrê, rêzgirtina ji teşeyê destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi prensîbên hevparî û têgihiştinê be.
Di vê qonaxa hestiyar de, em careke din girîngiya yekîtiya û yekrêziya Kurdistanê tekez dikin û bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku bi aqil û berpirsiyariya neteweyî re tevbigere. Hêz û îstiqrara Herêma Kurdistanê hêz û îstiqrara Iraqê ye, û rêzgirtina ji destûrê û federalîzmê garantîya siberoja hevpar a me ye.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/11/24







