Nivîsa peyamê:
Pêkhateya Turkmen, ku yek ji pêkhateyên sereke yên Herêma Kurdistanê ye, em wekî Partiya Pêşveçûna Turkmen fikarên xwe li ser van helwest û gotinên desthilata yekîtiyê ya Bexdayê derdibînin, ku li dijî destûr û maf û desthilatên Herêma Kurdistanê ne û em wan wek gaveke xeternak dibînin.
Li vir em piştgiriya xwe ji peyama Serok Barzanî re ragihînin; peyamê îradeya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê re nîşan dide.
Di vê demê hestiyar de pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî rêzên xwe yek bikin, ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêmê û destkeftiyên gelê Kurdistanê.







