Daxuyaniya Konfederasyona Rêwendiya Kurdistanê
Malbatên serbilind ên şehîdan..
Gelê Kurdistanê yê berxwedêr û têkoşer li hundirê welat û di diyasporayê de..
Em li Konfederasyona Rêwendiya Kurdistanê, bi we re û bi fikareke kûr, li şopandina gotin û helwestên dawiyê yên serokwezîrê Iraqê derbarê Herêma Kurdistanê ne.
Wekî ku hûn dizanin, Herêma Kurdistanê her dem li ser pabendbûna bi destûrê û parastina mafên destûrî yên gelê me israr kiriye. Ji ber vê yekê, daxwaza van mafên rewa divê bibe sedema çêkirina tengezariyê û kûrkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nebe.
Bi navê Rêwendiya Kurdistanê em ji weya hêja re ragihînin ku em her hewildan û helwesteke ku armanca wê lawazkirina Herêma Kurdistanê, xeraakirina stabîliyê û binpêkirina mafên wê yên destûrî be, bi tundî şermezar dikin.
Xwişk û birayên rêzdar, parastina ewlehî, stabîlî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ji bo me û hemû Kurdistanîyên diyasporayê girîngiyeke taybet heye. Tevî dûrbûna erdnîgarî, dil û hişê me her tim bi we re ye û em parastina Herêma Kurdistanê erkeke neteweyî û bê şert dibînin. Em xwe xizmetkar û pêşmergeyên parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê dibînin.
Li gor baweriya me, li ser mafên destûrî û li hember binpêkirina wan tu tavîzek nayê kirin û divê tu berjewendiyeke siyasî li ser destûr û mafên rewa yên welatiyên Kurdistanê nebe.
Ji vê aliyê ve, em ji Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyên siyasî yên têkildar dixwazin ku di bin banê diyaloq û têgihiştina hevdu de û li ser bingeha pabendbûna bi destûrê, hevkariyeke rastîn, wekhevî û rêzgirtina hevbeş li hev bikin û bi berpirsiyarî gav bavêjin ji bo dîtina çareseriyeke dadperwer û domdar ji bo hemû nakokiyan, dûrî zimanê tehdîd, zext û pevçûna siyasî.
Hemwelatiyên delal, em careke din tekez dikin ku diyaloq rêya çareseriyê ye, destûr bingehê rêveberiyê ye û parastina mafên destûrî jî stûna hevkariyê û jiyana hevbeş a aştiyane ye. Yekîtiya gelê me û yekdengiya wî li hundir û di diyasporayê de, kela herî bihêz e ji bo parastina aştiyê, stabîliyê û destkeftiyên me.
Her serbilind û serfiraz bin.
Konfederasyona Rêwendiya Kurdistanê
24-ê Çiriya Paşîn a 2026-an







