Îro sêşem, 24ê Çiriya paşîn a 2026an, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê hevpar de ragihandin ku daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê ve hatiye weşandin, û bûyer û tedbîrên van çend rojên dawî yên li Iraqê, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî ne û gelek matmayîker in.
Nivîsa daxuyaniyê:
Daxuyaniya hevpar a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Ev daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê ve hatiye weşandin û bûyer û tedbîrên van çend rojên dawî yên li Iraqê, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî ne û gelek matmayîker in.
Her kes baş dizane ku Herêma Kurdistanê ji mafên ku di Destûra Iraqê de hatine diyarkirin, daxwazek zêdetir nekiriye û di dirêjahiya salên borî de mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin.
Em tekez dikin ku divê her kes pabendî Destûrê be û ger di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de pirsgirêkek hebe, divê Destûr di navbera wan de bibûye hakem. Ji bilî Destûrê, her tedbîr û biryarekî din li dijî Herêma Kurdistanê li dijî Destûrê ye.
Herêma Kurdistanê encama xwîn û têkoşîna dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftiyan xeta sor e.
Em alîgirê diyaloq, şefafîyet û têgihiştina hev in û biryarên yekalî xizmeta ewlekarî û stabîlîteya Iraqê nakin.
24ê Çiriya paşîn a 2026an
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê







