Îro Sêşem, 24ê Çiriya Paşînê, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêmê ragihand: ezman bi giştî dê zelal û parzebar be, di demên şevê de dê biguhere bo nîv-ewrî. Germahî jî nêzîkî tomarên duhê dê be.
Bilindtirîn germahiya îro ya pêşbînîkirî bi pileya Celsius:
Hewlêr: 24 | Silêmanî: 23 | Dihok: 22 | Helebçe: 23 | Zaxo: 23 | Pîrmam: 20 | Aqre: 22 | Çemçemal: 24 | Germiyan: 25 | Hacî Omeran: 14
Sibê Çarşem, 25ê Çiriya Paşînê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ezman dê ji nîv-ewrî biguhere bo bi tevahî ewrî. Ji berbangê heta piştî nîvro, li deverên çiyayî yên sînorî yên parêzgehên Hewlêr û Dihokê, herwiha li îdarayên serbixwe yên Soran û Zaxoyê, dê barana nerm bi rêjeyên cuda bibare; paşê êvarê bandora baranê li ser wan deveran dê bi dawî bibe. Germahî li gorî îro hinekî dê ber bi kêm bûnê ve here.
Bilindtirîn germahiya sibê ya pêşbînîkirî bi pileya Celsius:
Hewlêr: 22 | Silêmanî: 21 | Dihok: 20 | Helebçe: 22 | Zaxo: 21 | Pîrmam: 19 | Aqre: 21 | Çemçemal: 23 | Germiyan: 25 | Hacî Omeran: 13







