Li gorî daxuyaniyekê ya Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê, di operasyonek hevpar de bi Rêveberiya Ewlekariya postan re, 2 tawanbarên jin ên bi eslê Îranî hatin girtin, di demekê de ku hewl didan ji derveyî bajarê Hewlêrê derkevin û ber bi welatê Îranê ve birevin.
Polîsên Hewlêrê destnîşan kirin ku tawanbaran li bajarê Hewlêrê qaseyek dizîbûn ku zêdetir ji 20 hezar dolarên Amerîkî tê de hebûn, lê hêzên ewlehiyê berî ku birevin ji wan haydar bûn û di dema girtina wan de jî hemû pereyên hatine dizîn bi ewlehî hatin desteserkirin.
Niha li çarçoveya prosedurên qanûnî dosyaya lêkolînê ya her du tawanbaran hatiye vekirin û ew hatine şandin ber dadwer, da ku cezayê xwe yê qanûnî werbigirin.







