Îro duşem 23ê Çirîya Paşîn 2026, Dr. Saman Ebdulla, berdevkê Zanîngeha Selahaddîn, di daxuyaniyek taybet de ji bo (Kurdistan TV) li ser hûrguliyên pergala tenduristiyê ya nû ronahî da û ragihand ku hemû amadekariyan bi dawî bûne û pêvajoya tomarkirina navan di pergalê de dê bi awayekî elektronîk bê kirin; wisa ku xwendekar bixwe agahiyên xwe yên tenduristiyê tomar dike.
Berdevkê Zanîngeha Selahaddîn ragihand ku şopandina rewşa tenduristiyê ya wan xwendekaran tenê berpirsiyariya zanîngehê nabe, lê dê bi koordînasyonek domdar di navbera zanîngehê, nexweşxaneyan û malbatên xwendekaran de bê birêvebirin, da ku bi awayê herî baş ji rewşa wan a tenduristiyê haydar bin.
Dr. Saman Ebdulla herwiha amaje bi vê yekê kir ku, wekî beşek ji planê, mamoste û karmendên zanîngehê dê perwerdehiya taybet bistînin, da ku di dema derketina her rewşeke ji nişka ve de bikaribin bi lez tevbigerevin. Di heman demê de wî tekez kir ku, ji bo hêsankariya zêdetir, xwendekarên ku hewcedariya wan bi çavdêriya taybet heye, di dema birêveçûna ezmûnan de dê li cihê taybet bên bicihkirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, berdevkê Zanîngeha Selahaddîn eşkere kir ku li pêşiya projeyê tu demek dûr tune û kar dê ji roja belavkirina lînkê pergalê ve were bicîhkirin.







