Îro, duşem 23ê Mijdara 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ezman dê di navbera zelal û nîv-ewrî de be.
Derbarê pileya germaya îro de jî, Meteorolojiyê destnîşan kir ku bi giştî dê nêzî tomarên dohê bibin; tenê li deverên sînorî yên parêzgeha Dihokê dê bi rêjeya 1 heta 2 pileyan kêm bibin.
Di heman demê de, Meteorolojiyê pêşbîniyên xwe ji bo sibê, sêşem 24ê Mijdara 2026an, eşkere kir: ezman dê di navbera perçe-ewrî û nîv-ewrî de be, paşê di demên êvarê de li deverên çiyayî dê biguhere bo ewrîya temam, bi taybetî li deverên sînorî yên bakur, û di dawiya şevê de dê barîna hûrik hebe. Pileya germayê jî dê nêzî tomarên îro be.
Bilindtirîn pileya germaya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi pileya Selsiyûsê:
Hewlêr: îro 24 pile - sibê 25 pile
Pîrmem: îro 19 pile - sibê 20 pile
Silêmanî: îro 21 pile - sibê 21 pile
Helebce: îro 23 pile - sibê 23 pile
Çemçemal: îro 23 pile - sibê 24 pile
Dihok: îro 21 pile - sibê 22 pile
Zaxo: îro 20 pile - sibê 20 pile
Akrê: îro 22 pile - sibê 23 pile
Germiyan: îro 26 pile - sibê 27 pile
Hacî Omeran: îro 14 pile - sibê 15 pile
Soran: îro 19 pile - sibê 21 pile







