Di daxuyaniyekê de, Rêveberiya Neft û Kanzayên Hewlêrê hemwelatiyên navçeya Herîr, nahiyeya Basirma û nahiyeya Balîsan agahdar dike ku ew kesên ku karta elektronîka sotemeniyê wan girêdayî van brokeran e, îro Duşem (2026/11/23) dikarin serdana stasyonên benzînê yên diyarkirî bikin, ji bo ku beşa nefta spî ya xwe bistînin.
Li gorî biryarê, ji bo her malbatekê 100 lître nefta spî bi bihayê 32,000 dînar hatiye diyarkirin û belavkirin li van 4 stasyonên benzînê pêk tê:
Stasyona benzînê ya Rezgê
Stasyona benzînê ya Sursurê
Stasyona benzînê ya Vanês
Stasyona benzînê ya Serbar
Di daxuyaniyê de hatiye tekez kirin ku divê hemwelatî dema serdana stasyona benzînê karta elektronîka sotemeniyê bi xwe re bibe, da ku beşa neftê jê re were dayîn.
Rêveberiya Neft û Kanzayên Hewlêrê herwiha nîşan da ku ew kesên ku karta elektronîk a wan girêdayî brokerên ku navê wan hatiye ragihandin e, dikarin îro neft bistînin:








