Geylan Hacî Seîd, serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, di axaftinek taybet de ji bo Kurdistan TV eşkere kir ku tê payîn şandeya ku ji 25 bazirganên bajarên Herêma Kurdistanê pêk tê, beşdarî forûma navendî ya Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dubayê bibe, ku di 2026/11/25 de tê lidarxistin.
Serokê Yekîtiya Odeyan destnîşan kir ku ev forûm zêdetir li ser warên çandiniyê, ewlehiya xwarinê, enerjî û jîngehê ye. Wî herwiha got: "Armanca sereke ya me ji beşdarbûna vê forûmê, çêkirina pireke têkiliyê û hevkarîkirina bazirganên Herêma Kurdistanê û Dubayê ye, da ku di dahatûyê de projeyên hevbeş ên bazirganî û veberhênanê pêk bînin".
Geylan Hacî Seîd herwiha ragihand ku di peravê forûmê de, rêzek dîtin û civînan bi odeyên bazirganiyê, xwediyên kargehan û veberhênerên Îmaratê re têne lidarxistin, bi mebesta sûdwergirtin ji ezmûna pêşketî ya wî welatî di warê aborî û pîşesaziyê de.







