Îro duşem, 23ê Çileya Paşîn a 2026an, ragihandina Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir: roja sêşemê, 24ê Çileya Paşîn a 2026an, dest bi belavkirina mûçeyên mehê Çileya Yekemê yên mamosteyên peymanî yên her du wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî dê bê kirin û di nav pênc rojan de hemû mûçeyên xwe werdigirin.
Li gorî daxuyaniyê, di heman demê de dest bi belavkirina mûçeyên mehê Çileya Yekemê yên hemû wan karmendan dê bê kirin ku piştî roja 1ê Tîrmeha 2024an bi awayê peymanî û herdemî li ser kadroya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine wezîfedarkirin û mafên wan ên darayî ji dahata hundirîn a Herêma Kurdistanê tên dayîn.
Wezareta Darayî û Aboriyê herwiha zelal kir ku ji ber kêmbûna dahata hundirîn û kêmbûna pereyê neqd di bankan de, pêvajoya belavkirina mûçeyên van qat û koman pênc rojan bidome.







