Di merasîmê de, ku Umêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, Barav Barzanî, damezrîner û serokê Navenda Kurdistanê ya Huner û Çandê, û hejmarek konsul û nûnerên dîplomatîk, nûnerên Hikûmeta Herêmê li derveyî welatê, kesayetî û hunerdost amade bûn, yekemîn pêşangeha hunermendê Sîrwan Baran li Herêma Kurdistanê bi navê «Xeta 36» vebû. Di vê pêşangehê de komeke berhemên hunerî yên vê hunermendê hatibûn pêşandan û bi reng û xetê derbirîna hejmarek mijar, raman û çîrokan dikir.
Di çarçoveya vê merasîmê de evênek çandî jî hate pêşkêşkirin ku kar û bernameyên navendê dihewand. Vekirina vê galeriyê beşek ji projeya berfireh a Navenda Kurdistanê ya Huner û Çandê ye, ji bo vejandina Kolana dîrokî ya Ereban û veguherandina wê bo yekemîn herêma çandî li Herêma Kurdistanê.
Projeyê nûvekirin û ji nû ve bikaranîna çar xaniyên mîrasî dihewîne. Ew jî ev in: Galeriya Ereban ji bo pêşandana berhemên hunerî, Mala Destnivîsan ji bo parastin û pêşandana arşîv û belgeyên dîrokî, her wiha du navendên fêrbûnê ji bo perwerdekarî û pêşxistina jêhatîbûna kesayetî û kadroyên sektora çandî û hunerî.
Ev gav ji bo pêşxistina hawîrdora hunerî û çandî, parastina mîrasa dîrokî û vejandina nasnameya bajarî ya Hewlêrê girîng tê hesibandin.







