Îro piştî nîvro, sêşem, 24ê Çiriya Paşîn a 2026an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Eymen bin Tevfiq el-Muueyyed, Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Werziş û Ciwanan a Keyaniya Bahreynê, kir.
Herdu alî li ser pêwîstiya pêşxistina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keyaniya Bahreynê de di qadên cuda de li hev hatin.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Werziş û Ciwanan a Bahreynê kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna xwe di Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan a Hewlêrê de anî ziman û daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re dubare kir.







