Di bersiva pirsê Amanc Salih, nûçegihê (Kurdistan TV), derbarê daxuyaniya hikûmeta federal de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em matmayî man, ji ber ku ev li gel naveroka wan danûstandinên ku me bi Bexdayê re kirine, nagunce.”
Serokê hikûmetê amaje bi vê yekê kir: “Berê jî peyamên cuda ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê hebûn. Bi rastî, daxuyaniya îro cihê matmayînê ye û nayê pejirandin.”







