Roja sêşemê 24ê Çirîna duyemîn a 2026an, li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Marat Rêjbedînوف, konsulê giştî yê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê, kir.
Di civînê de, konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, ligel eşkerekirina kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê, îşaret bi têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsyayê û gelê Kurdistanê de û rola Barzanî yê nemir di kûrkirina dostaniya di navbera herdu aliyan de kir û li ser daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyan di warên cuda de tekez kir. Konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Rûsyayê girîngiyeke taybet heye û rola Herêma Kurdistanê di aramî û îstiqrara Iraq û herêmê de bilind nirxand; ew rêzgirtina xwe ji bo têkoşîn û fedakariyên gelê Kurdistanê jî nîşan da.
Di heman civînê de, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir û ligel pîrozbahiyên xwe ji bo destpêkirina karê wî, piştgiriya xwe ji bo pêkanîna erkên wî wek konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê ragihand.
Serok Barzanî têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê de wek têkiliyên dîrokî, bihêz û dostane binav kir û daxwaza firehkirina wan têkiyan kir.







