Îro piştî nîvro, sêşem, 24ê Çirîna Duyemîn a 2026an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Haysam el-Zehaf, Wezîrê Ciwanan ê Lîbyayê, kir.
Wezîrê Ciwanan ê Lîbyayê, ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û beşdarbûna xwe ya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan li Hewlêrê kêfxweşî nîşan da, silav û rêza Serokwezîrê Lîbyayê ji Serokê Hikûmetê re ragihand û li ser girîngiya xurtkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir. Herwiha îşaret bi wê da ku ew dixwazin di pêşerojê de Konsolosxaneya Lîbyayê li Herêma Kurdistanê vekin.
Serokê Hikûmetê amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina bêtir a peywendiyan bi Lîbya re ragihand.







