Daxuyaniya Partiya Reformê Turkmenan
Derbarê pêşketinên dawiyê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê
Li ser daxuyaniyên berdevkê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û pêşketinên dawiyê, Partiya Reformê Turkmenan fikarên xwe ji hemû helwest û gavên ku derveyî çarçoveya destûrê bin û maf û desthilatên Herêma Kurdistanê bixin metirsiyê, derdibirre.
Em bawer in ku parastina hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê yên siyasî û neteweyî, berpirsiyariyeke hevpar a hemû hêz, aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê ye.
Em di Partiya Reformê Turkmenan de tekez dikin ku destûr divê tenê çavkanî û bingehê çareserkirina hemû nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be. Her gaveke yekalî ku derveyî çarçoveya destûrê be, bi prensîbên hevparî û federalîzmê re li hev nayê.
Di heman demê de, em ji hukûmeta federal dixwazin ku pabendiyên destûrî yên xwe li hember Herêma Kurdistanê bicîh bîne û diyalog û têgihiştinê bike bingeha çareserkirina pirsgirêkan.
Partiya Reformê Turkmenan dubare dike ku maf û destkeftiyên Herêma Kurdistanê berhema têkoşîn û fedakariya hemû pêkhateyên Kurdistanê ne û divê nekin mijara bazar û pevçûna siyasî.
Parastina hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê helwesteke neteweyî ya me ya domdar e û binpêkirina maf û destkeftiyên wê xeta sor e.
Partiya Reformê Turkmenan
٢٤ی تشرینی دووەمی ٢٠٢٦







