Di daxuyaniya serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: Gotinên dawî yên berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê cihê metirsî û fikarê ne. Destûra Iraqê bi zelalî şêwaz û rêkarên têkiliyê û dabeşkirina maf û desthilatên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta federal a Iraqê de destnîşan kiriye.
Dadwer Abdulcebbar Aziz Hesen hişyarî da li ser encamên tengezariyan û ragihand: Pêdivî ye pirsgirêk û kêşeyan li ser bingeha destûr, qanûn û rêzgirtina ji diyalog û lihevhatinan bên çareserkirin, ne bi zimanê zorê û hêzê, ku ji tu alîyekî re xizmetê nake û aramî û stabîlîza Iraqê jî dixe ber metirsiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de, serokê Encûmena Dadweriyê ji hukûmeta federal xwest ku berdewam bin di dîtina çareseriyên destûrî ji bo pirsgirêk û kêşeyan bi Herêma Kurdistanê re û dubare kir: Her hewildan û rêkarek din li derveyî çarçoveya destûrî û qanûnî dadperweriyê pêk nayîne û zerar û zirarê digihîne tevahiya Iraqê.







