Di daxuyaniya wan heşt aliyan de hat diyarkirin ku biryar û gavên dawî yên hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê, destdirêjiyeke eşkere ye li ser desthilatên destûrî yên herêmê û binpêkirina bingeha hevkariyê û hevpariya neteweyî li Iraqê.
Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser vê yekê kirin ku divê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê û bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin, ne bi zimanê gefan, ferzkirina rewşeke heyî û derxistina biryarên yekalî.
Di dawiyê daxuyaniya xwe de, wan aliyan bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku ji bo xurtkirina yekrêziya helwestê û pêşxistina koordînasyona hevpar, bi mebesta parastina mafên destûrî û neteweyî yên gelê Kurdistanê li hember her binpêkirinekê bixebitin.







