Di daxuyaniya Tevgera Gorran de hatiye gotin: Biryara serokwezîrê Iraqê derbarê xistina hemû dergehên sînorî di bin desthilatdariya federal de û monopolkirina desthilatdariya dayîna destûrên neftê di Wezareta Neftê de, pêşhatineke xeter e û berdewamiya wan gavên ku desthilatdariya navendî xurt dikin û bingehên federalîzmê lawaz dikin.
Tevgera Gorran tekez li ser vê yekê kiriye ku, tevî piştgiriya wan a tevahî ji bo rakirina qaçaxçîtiyê û gendeliyê, lê çareserkirina van pirsgirêkan nabe bihê kirin behaneyek ji bo binpêkirina destûrê, kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê û biçûkkirina pozîsyona Kurd, ji ber vê yekê daxwaz dike ku Bexda bi hemahengiya Hewlêrê li wan biryaran binêre.
Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin ku perçebûna navxweyî û lawaziya sazîyan pozîsyona Herêmê lawaz kiriye, ji ber vê yekê parastina pêkhateya Herêmê di vê qonaxê de berpirsiyariyeke dîrokî ye; ji vê perspektîfê ve jî Tevgera Gorran bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye ku di zûtirîn demê de bicivin, nakokiyên cihêreng li paş bihêlin, ji bo amadekirina stratejiyeke neteweyî ya yekgirtî û parastina îradeya siyasî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bi gotineke yekgirtî.







